Baregehên Heşdî Şabî hatin bombekirin

Baregehên Heşdî Şabî yên li Enbar û Diyalayê bi balafirên şer hatin bombekirin.

Heşdî Şabî bi daxuyaniyekê ragihand ku Baregeha Îstîxbaratê ya Tûgaya 25'emîn a li Enbarê ya hêzên wan ji aliyê balafirên şer ên Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) û Îsraîlê ve hate bombekirin.

Hate ragihandin ku Tabûra 4'emîn a Tûgaya 52'emîn a Heşdî Şabî ya li bakurrojhilatê Diyalayê jî 4 caran hate bombekirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ji ber êrişê tiştek bi kesî nehat, tenê xisara madî li qadê bû.